• Monday, 16 February 2026
logo

Erdogan û Trump hevdîtinek telefonî pêkanîn!

Gulan Media November 17, 2018 Nûçe
Erdogan û Trump hevdîtinek telefonî pêkanîn!
Di peyvendiyeke telefonî de, serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, daxwaz ji serokê Amerîka Donald Trump kir, ku piştevaniya welatê xwe ji YPG û PYDê rawestîne.

Serokkomarê Tirkiyê ji serokê Amerîkayê daxwaz kir û got: Enqere li bendî wê yekê ye, ku Washigton piştevaniya xwe ji YPGê û PYDê re rawestîne, ji ber ku ew herdu hêz du rêxistinên terorîst in û ser bi PKKê ve ne.

Herwiha herdu aliyan behsa giringiya destpêkirina gerên çavdêriyê di navbera Amerîka û Tirkiyê de li Minbicê kirin.

Di beşekî din ê wê peyvendiyê de, behsa dosyaya kuştina Xaşuqçî û lêkolînên Amerîkayê yên derbarê rêxistina Fetullah Gulen de hate kirin

Basnews
Top