• Monday, 16 February 2026
logo

Li Şirnexê teqîn – Herî kêm serbazek hat kuştin

Gulan Media November 17, 2018 Nûçe
Li Şirnexê teqîn – Herî kêm serbazek hat kuştin
Li herêma Şirnexê ya Bakûrê Kurdistanê, di encama teqînekê de herî kêm serbazekî Tirkiyê hat kuştin û çend serbaz jî birîndar bûn.

Duh li devera Qilaban ya Şirnexê, di encama teqînekê de serbazekî Tirkiyê hat kuştin û 4 serbaz jî birîndar bûn.

Li gorî medyaya Tirkiyê, teqîn di dema avêtina topên hawanê de qewimiye.

Çend roj berê jî li devera Şemzînan ya Şirnexê cebilxane teqiyabû, herî kêm 7 serbaz hatibûn kuştin û 26 serbaz jî birîndar bibûn.

PKKê gotibû, ew bûne sebeba teqîna Şemzînanê lê rayedarên Tirkiyê ew îdia red kiribûn.

Basnews
Top