• Monday, 16 February 2026
logo

PDK û YNK li ser pêkanîna hikûmetê: Nêrînên me nêzîkî hev in

Gulan Media November 17, 2018 Nûçe
PDK û YNK li ser pêkanîna hikûmetê: Nêrînên me nêzîkî hev in
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) civiyan û pêkanîna hikûmeta nû ya Kurdistanê gotûbêj kirin. Berdevkê PDKê ragihand ku raman û nêrînên wan nêzîkî hev bûne.



Peyamnêrê Rûdawê Erkan Elî ji Silêmaniyê ragihand: “Ji demjimêr 10:30ê heta 12:30ê şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê; Azad Berwarî, Mehmûd Mihemed, Cefer Îmînkî, Hêmin Hewramî û Umêd Sebah li gel berpirsên YNKê ku ji Seidî Ehmed Pîre, Hakim Qadir, Ednan Heme Mîna, Şoreş Îsmaîl û Lahur Şêx Cengî pêk dihat civiyan.”



Piştî civînê, Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed û Berdevkê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Seidî Ehmed Pîre civîneke çapemeniyê pêk anî.

Rudaw
Top