• Monday, 16 February 2026
logo

Amerîka: Hinardekirina petrola Kerkûkê gaveke giring

Gulan Media November 17, 2018 Nûçe
Amerîka: Hinardekirina petrola Kerkûkê gaveke giring
Bi sedema dubare hinardekirina petrola Kerkûkê bi riya boriyên Herêma Kurdistanê, peyvdara Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert û şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Amerîka John Bolton, dilxweşiya xwe dan xuyakirin.

Heather Nauert li ser Twittera xwe nivîsiye: Hinardekirina petrola Kerkûkê pêşketineke erênî ye ji Iraqê re û gaveke giring e ji bo kêmkirina hinardekirina petrola Îranê.

Nauert bi vê helkeftê pîrozbahî li Hikûmeta Iraq û ya Kurdistanê û balyozxaneya Amerîkî li Iraqê kir.

Ji aliyekî din ve, John Bolton li ser Twitter a xwe ragihand, ku hinardekirina petrola Kerkûkê gaveke giring e ji bo vegerandina dahat û serxwebûna enerciyê ji Iraqê re.

Duh Wezareta Petrola Iraqê eşkere kir, ku Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, derbarê hinardekirina petrola Kerkûkê bi riya boriyên Herêma Kurdistanê, li hev kirine.

Ji piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, hinardekirina petrola Kerkûkê bi riya boriyên Herêma Kurdistanê hatibû rawestandin û bi riya tankeran ji bo Îranê dihat şandin.

Waar.tv
Top