Hinardeya petrola Kerkûkê bi rêya boriya Kurdistanê dest pê kir
Berdevkê Wezareta Petrola Iraqê, Asim Cîhad di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Hinardekirina petrola Kerkûkê bi rêya hêla boriya petrola Kurdistanê bo Tirkiyê dest pê kir.”
Asim Cîhad got: “Rojane 50 hezar bermîlên petrolê bi rêya boriya petrola Kurdistanê bo bendera Ceyhan a Tirkiyê were hinardekirin.”
Ev demek bû ku li ser destpêkirina hinardeya petrola Kerkûkê bi rêya hêla boriya petrolê ya Kurdistanê bo Tirkiyê, her du aliyên hikûmeta navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi danûstandinan kiribûn.
Piştî bûyerên 16ê Comthea sala 2017ê ku hêzên ser bi hikûmeta navendî ya Iraqê Kerkûk kontrol kirin, hinardekirina petrola Kerkûkê bi rêya boriya Kurdistanê ve hatibû rawestandin.
Pêştir û berî bûyerên 16ê Cotmehê, rojane 350 hezar bermîlên petrola Kerkûkê bi rêya boriya Kurdistanê bo Bender Ceyhan a Tirkiyê dihate hinardekirin.
Rudaw
