• Monday, 16 February 2026
logo

Duhok…Di bûyereke hatinûçûnê de 18 kes bûn qurbanî

Gulan Media November 16, 2018 Nûçe
Duhok…Di bûyereke hatinûçûnê de 18 kes bûn qurbanî
Li ser rêya Duhok- Hewlêr û li nêzîk sentera parêzgeha Duhokê otombîleke neferhilgir qulipî di encam de 18 kes bûn qurbanî.

Berdevkê rêveberiya hatinûçûnê li parêzgeha Duhokê muqedem Azad Taha ji BasNewsê re ragehand ku, li ser rêya Duhok- Hewlêrê û li nêzîk sentera parêzgeha Duhokê otubisek qulipî, tê de hemû xelkê Duhokê bûn ku, berî du herftiyan bi armanca pêkanîna Umrê serdana Siûdiyê kiribûn.

Berdevkê rêveberiya hatinûçûnê li parêzgeha Duhokê da zanîn ku, di encama bûyerê ji kesan canê xwe ji dest da û 15 kesên din jî birîndar bûn û birîndar bo nexweşxaneya Duhokê hatin veguheztin.Amaje bi wê yekê kir ku, ew her sê kesên mirî ji du jinan û zilamekî pêktê.

Top