Hejmara qurbaniyên agirê Kalîforniyayê gihişte 63 kesan
Berpirsên wê wilayeta Amerîkayê amaje bi wê yekê jî dan, ku lîsteyeke kesên wendabûyî li ber destê wan e û nave 631 kesan têde ye, lê dibe piraniya wan navçe bicih hiştibin û haya wan jê nebe ku navê wan di vê lîsteyê de ye.
Li gor zanyariyan, di encama wî agirî de nêzîkî 50 hezar kes koçber bûne û nêzîkî 10 hezar xanî jî şewitîne.
Rêveberê Polîsê Kalîforniyayê, Kory Honea jî da xuyakirin: “Careke din erkekî min ê xemgîn e amaje bi wê yekê bidim ku me paşmayên 7 kesên din dîtine. Sê kes ji wan li navçeya Magalia bûn û du ji wan jî di nav xanî de bûn û yên din jî li derveyî xanî. Sê kesên din jî li devra Paradise hatine dîtin û du ji wan jî di nav xanî de bûn û yê din di nav otomobîlekê de. Kesê din jî li navçeya Concow û derveyî xaniyekî hatiye dîtin. Em dê li ser hewldanên xwe berdewam bin bo nasîna kesan. Ji wê hejmara ku niha li ber destê me ye 63 kes in, me kariye 53 kesan ji wan binasin.”
Ji bo vemirandina şewata li Kalîforniyayê, zêdetir ji 5 hezar xebatkarên agirvemirandinê dixebitin.
Li gorî zanyariyan, di şewatê de malên gelek kesên navdar ên weke Gerard Butler, Miley Cyrus, Scott Baio, Guillermo del Toro, Kim Kardashian, Alyssa Milano û Rainn Wilson jî şewitîne.
Ji roja 8ê Mijdarê ve şewateke mezin li wilayeta Kalîforniya ya Amerîkayê derketiye, ku di encamê de ji bilî canjidestdana çend kesan, gelek mal, vîla, apartman, kêlgeh û kargeh tevî rêjeyeke zêde ya daristanan şewitîne û zirareke mezin a darayî gihîştiye deverê.
Rudaw
