• Monday, 16 February 2026
logo

Heşda şebî zeviyên Kurdan dabeş dike

Gulan Media November 16, 2018 Nûçe
Heşda şebî zeviyên Kurdan dabeş dike
li Kerkûkê mal û milkên Kurdan tên talankirin
Prosesa dubare bi ereb kirina bajarê Kerkûkê piştî xiyaneta 16ê Cotmehê, dîsa destpê kiriye.

Di vê çarçoveyê de çekdarên heşda şebî û parêzgarê bizor sepandî yê Kerkûkê bi awayekî rojane zilimê li welatiyên Kurd yên li Kerkûkê dikin û dest bi ser mal û milkên wan de digirin.

Hate zanîn ku ev du roje çekdarên heşda şebî bi fermana parêzgarê bi zor sepandî yê Kerkûkê hemleyeke nû li dijî welatiyên Kurd dest pê kirine û zeviyên çandinî yên Kurdan li ser çekdarên heşda şebî dabeş dikin û gef li welatiyên Kurd dikin daku ji wan deveran jî der kevin.

Top