Rûsya dixwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê zû bê pêkanîn
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova di kongreyeke rojnamevanî de, behsa pêşeroja pêwendiyên welatê xwe li gel Herêma Kurdistanê kir û daxwaz kir, ku di zûtirîn dem de, Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê were pêkanîn û li gel Bexdayê kêşeyan çare bike.
Maria Zakharva tekez kir, ku pêwendiyên dostane yên dîrokî û bihêz di navbera Rûsya û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hene û got: Em berdewam di pêwendiyeke siyasî rasterê de ne li gel serokatiya Herêma Kurdistanê.
Herwiha Berdevka Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova da zanîn ku, berî niha li Moskoyê nûnerê taybet ê serokê Rûsya ji bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqya û cîgirê wezîrê derve Mikail Bogdanov li gel şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê re civiyane.
Zakharova di kongiriya rojnamevanî de got jî ku, hêvîdike partiyên Kurdî hemû bizavên xwe bikin daku bi zûtirîn dem Hikûmeteke çalak û cihê baweriyê pêk bînin, bi awayekî ku karibe pirsgirên di nav Hewlêr û Bexdayê de, çareser bikin.
Waar.tv
