Tirkmen daxwaza posta Cîgirê Duyem ê Serokê Hikûmetê dikin
wergirtina posta cîgirê duyem ê hikûmetê rij dikin.
Nûnerê tirkmenan li parlamentoya Kurdistanê Mihemed Sadûn ji BasNewsê re ragehand ku, eger cîgirê duyem ê serokê hikûmetê were danîn em daxwaza postekê yek ji wan herdu cîgerann dikin, herwiha me daxwaza posta cîgirê duyem ê serokê parlamentoyê jî kiriye ji ber em dixwazin tirkmen jî weke pêkhate beşdariyê di ezmûna siyasî ya Herêma Kurdistanê de bike.
Nûnerê tirkmenan li parlamentoya Kurdistanê da zanîn ku, heta niha ti bersiv li ser vê daxwaê nehatiye kirin û tekez kir ku, hemû firakisyonên tirkmenan li ser wergirtina posta yek ji cîgiran yek dengin.
Basnews
