Berpirsekî ereb: Rakan Cibûrî endamê DAIŞê bû
Di daxuyaniyekê de Berdevkê eşîretên erebên deşta Nînowayê Muzahim El Hiwêt ji BasNewsê re ragehand ku, Biryara Rakan Cibûrî bi terxankirina zêdeyî 1600 parçe erd li Kerkûkê bo çekdarên Heşdî Şebî û erebên ku, ji parêzgehên din ên Iraqê anîne xelata dagîrkirina Kerkûk û navçeyên Kurdistanî bû ji wan ereban re.
Mûzahim Hûwêt eşkere kir ku, Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rekan Cibûrî dixwaze şerê taîfî li Kerkûkê di nav Kurd û Ereban de çêbike.
Berdevkê eşîretên erebên deşta Nînowayê Muzahim El Hiwêt Rakan Cibûrî bi endametiya DAIŞê tometbar kir û got ku, berê bi navê Ebu Xedîce di nav rêzên DAIŞ de bû.
Basnews
