• Monday, 16 February 2026
logo

Serok Barzanî: Nabe xebatkarên Kurd di zîndanên aliyên Kurdî de bin

Gulan Media November 16, 2018 Nûçe
Serok Barzanî: Nabe xebatkarên Kurd di zîndanên aliyên Kurdî de bin
Serok Barzanî kêfxweşiya xwe diyar kiriye
Serok Barzanî derbarê azad bûna Endamê Serkirdatiya PDKSê ji girtîgeha PYDê peyamek weşand.

Serok Barzanî di peyama xwe de kêfxweşiya xwe ya li hember azad kirina Ebdulrehman Apo diyar kiriye.

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi azad bûna Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistana Suriye Ebdulrehman Apo ji zîndanên PYD gelek kêfxweşbûm.

Di rastiyê de cihê xebatkarên wekî wî diviya zîndanên dijmin ba neku zîndanên aliyeke Kurdî. Hêvîdarim ev bibê destpêkek ji bo azad kirina hemû girtiyên aliyên siyasiyên Rojavayê Kurdistanê ku li zîndanên PYD de dane û her wiha peydakirina wan hemû çalakvanên Kurd ku li wir bêserûşûn bûne.

Hêvî dikim êdî Rojavayê Kurdistanê vekirineke siyasî bi xwe ve bibîne û xelk û aliyên siyasî bi sedema bîr û ramanên siyasî neyên êşandin û azardan û neyên zîndanî kirin.

Mesûd Barzanî

15.11.2018

Top