Ahmet Turk behsa naveroka hevdîtina xwe ya ligel Kiliçdaroglu kir
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu û siyasetmedarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ahmet Turk di 8ê Mijdara îsal de li oteleke li paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê hevdîtinek pêk anîbûn.
Derbarê wê hevdîtinê de Ahmet Turk daxuyanî da radyoya RS FMê û diyar kir ku hevdîtin li ser daxwaza Kemal Kiliçdaroglu bi rêya parlamenterekî berê yê CHPê hate kirin.
Ahmet Turk diyar kir ku wî ew hevdîtin ne li ser navê HDPê, lê wekî şexî pêk aniyê û got: “Berî ku ez herim hevdîtinê min xwest bi rêya telefonê ligel Hevseroka HDPê Pervîn Buldan biaxivim lê ew çûbû Londonê, piştî ku ew vegeriya min derbarê hevdîtina me de zanyarî dan wê.”
Turk anî ziman ku ne pêkane behsa îtifaqa hilbijartinên şaredariyan bê kirin û wiha pê de çû: “Aliyn ku guhertinê dixwazin û ji polîtikayên desthilatdariyê acîz in, divê li hinek cihan derdora namzedên demokratîk kom bibin û yekîtiyekê pêk bînin. Dibe ku îtifakên fermi neyên kirin, lê pêwîst e ku li hinek bajaran ew hêza ku bikare rêveberiya bajêr biguharîne were bikaranîn.”
Derbarê naveroka hevdîtinê de jî Turk got: “Ez hêvî dikim ku tiştên me di hevdîtinê de behsê kirine bandora xwe hebin. Wek hûn dizanin birêz Kiliçdaroglu zêde bi zelalî naaxive, lê tiştên min anîn ziman qebûl kirin û li dijî derneket.”
Rudaw
