Soylu: Îsal 88 hezar operasyon li dijî PKKê hatin kirin
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu dibêje, hêzên wan li dijî gerîlayên PKKyê îsal 87 hezar 838 operasyon kirine û di encamê de hezar û 289 gerîlayên PKKê hatine bêbandorkirin.
Wezîrê Navxwe amajeya wê yekê jî dide, di encama zext û operasyonên wan de êrîşên PKKê jî li gor salên bûrî kêm bûne. PKK sala bûrî 965 êrîşan kirine, lê îsal êrîşên gerîlayên PKKê daketiye 677an.
K24
