Afganîstan…Talîbanê êrîş kir: 30 polîs hatin kuştin!
Li gor daxuyaniya rayedarên Afgan, Talîbanê li rojavayê welat li eyaleta Ferah şeva borî êrîşek pêkanî û di êrîşê de herî kêm 30 polîs hatin kuştin.
Rayedarên Afgan ragehandin, hêzên ewlehiya Afganîstanê êrîşek hember dane destpê kirin û 17 çekdarên Talîbanê hatine kuştin. Çekdarên Talîbanê dema ku paşde reviyane jî gelek çek û cebilxane li gel xwe birine.
Basnews
