• Monday, 16 February 2026
logo

Nûnerê Putin: Em nizanin kîjan aliyê Kurdî muxateb bigrin

Gulan Media November 14, 2018 Nûçe
Nûnerê Putin: Em nizanin kîjan aliyê Kurdî muxateb bigrin
Nûnerê Serokê Rûsya ji bo karûbarên Sûriyê, Mixayîl Bogdanov ragihand, ji bo ku rê li ber cudabûna Kurdan ji Sûriyê bê girtin, divê Kurd jî tevlî proseya siyasî ya li Sûriyê bêne kirin.



Mixayîl Bogdanov da xuyakirin, her car ew rastî yek pirsê tên û ev pirs jî ev e, ka gelo kî nûnerayetiya Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de bike.



Bogdanof got, ya herî giring ew e ku divê Kurd di proseya siyasî ya li Sûriyê de hebin, daku ew ji hizra cudabûnê dûr bikevin.



Nûnerê Vladimir Putin herwiha amaje bi dabeşbûna hêzên Kurdî yên li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê kir û destnîşan kir, pirsgirêka Kurdan gelekî aloz e, ji ber ku ew ne yek deng in, hêzên wan bi ser 2 bereyan de dabeş bûne û nayê zanîn ka kî nûneratiya Kurdan dike.



Mîxayîl Bogdanov diyar kir, ew weke Rûsyayê nizanin kîjan aliyê Kurdî bi nûneratiya kurdên Sûriyê weke muxateb bigrin.



Kurdên Rojavayê Kudistanê bi ser du bereyên Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Tevgera Demokratîk (TEV-DEM) û hevalbendên wan de dabeş bûne û gelek nakokî di navbera herdu aliyan de hene.



Di danûstandin û hevîtinên derbarê krîza Sûriyê û pêşeroja wî welatî de, nûnerên ENKSê di çarçoveya şanda Îtîlafa Opozisyona Sûriyê de beşdar in, lê belê ti nûnerekî ser bi TEV-DEM û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di wan danûstandinan de beşdar nînin. Tirkiye û opozisyon bi tundî li dijî beşdariya nûnerên TEV-DEM û PYDê di hevdîtinên têkildarî rewşa Sûriyê de derdikevin.

Rudaw
Top