• Monday, 16 February 2026
logo

Wezîrê berevanî yê Îsraîlê dev ji kar berda

Gulan Media November 14, 2018 Nûçe
Wezîrê berevanî yê Îsraîlê dev ji kar berda
Li dijî rêkeftina Îsraîlê li gel Hemasê bû.

Îro wezîrê berevanî yê Îsraîlê Avigdor Liberman piştî civîna partiya xwe ya bi navê Yisrael Beiteinu ( Îsralê mala meye) presskonferansek lidar xist.

Avigdor Liberman di presskonferansa han de rexneyên dijwar li hikûmeta Îsraîlê girt û got: Rêkeftina hikûmetê li gel girûp û komên Felestînî nîşaneya teslîm bûna Îsraîlê ye bi komên terorîstî lewma ez di nava hikûmeteke wisa de kar nakim û dev ji kar ber didim.

Weke tê zanîn di rojên derbasbûyî de di navbera Îsraîl û Hemasê de li ser agirbestê rêkeftinek hatibû îmzekirin.

Top