• Monday, 16 February 2026
logo

HPG`ê li dijî artêşa Tirkiye li Çelê çalakiyek lidar xist

Gulan Media November 14, 2018 Nûçe
HPG`ê li dijî artêşa Tirkiye li Çelê çalakiyek lidar xist
HPG'ê diyar kir, roja 13'ê Mijdarê li qada leşkerî ya navçeya Çelê ya Colemêrgê di çalakiya gerîla de 4 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"Hêzên me roja 13'ê Mijdarê saet 14:30'î li dijî artêşa TC ku di navbera girê Koordîne û Girê Patrîot ên navçeya Çelê ya Colemêrgê de rêya ji bo leşkeriyê çêdikir, çalakiyek pêk anîn. Çalakî li dijî kepçeyekê û wesayiteke leşkerî hate lidarxistin û di encamê de kepçe û wesayit îmha bûn. Bi qasî ku hate dîtin di çalakiyê de 4 leşkerên artêşa Tirkiyeyê hatine kuştin.
Top