Waliyê DAIŞê yê Kurd li tawanên xwe mikur hat
Îro çarşemê 14-11-2018an Encûmena Dadwerî ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku Dadgeha Kerxê ku dosyeya terorê dişopîne, îtirafên yek ji serkirdeyên herî diyar ên DAIŞê li ber çavan derbas kir, ku di nav rêxistina DAIŞê de weke Waliyê Kerkûkê dihat nasîn û navê wî Ebû Hemzeyê Kurdî bû.
Li gor daxuyaniyê, Ebû Hemzeyê Kurdî ji encamdana çendîn karên terorî berpirs e û wêneya wî ya berî bibe waliyê Kerkûkê heye, ku berî wê jî waliyê bakurê Bexdayê bû.
Dadgeha Kerxê di daxuyaniya xwe de tekez dike ku "karên herî diyar ên Ebû Hemzeyê Kurdî, tohmetbariya wî ya dîlgirtina 21 efser û pêşmerge û kişandina wêneyên wan ên bi cilên portaqalî di nav qefesa hesin de û gerandina wan bi otomobîlê di nav bajêr de ye".
Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê dibêje ku Dadgeha Kerxê, îtirafên tohmetbar û cîbicîkirina rêkarên yasayî yên nehiştina terorê pesend kiriye.
Piştî dîlgirtina wan, du car ji aliyê DAIŞê ve vîdeoyên pêşmergeyên dîl hatin belavkirin, di vîdeoyekê de ew xistibûn nav qefesekê û di nav bajarê Hewîceyê de digerandin, piştre vîdeoyeke din jî belavkirin ku têde sê pêşmerge şehîd dikirin.
Di şerê berevaniya axa Başûrê Kurdistanê de ji sala 2014an heta dawiya sala 2017an ve, zêdetirî 1700 pêşmerge şehîd bûn û nêzîkî 10 hezar jî birîndar bûn.
Rudaw
