Frenca 2 milyon euro jibo avedankirina Şingalê terxan kirin
Koçka serokatîya Frensa, Îlîzê di beyanekê da ragihand; Emmanuel Macron serokê Frensa di korbenda Parîs ya aştîyê da, 2 milyon euro jibo sindoqa dubare avakirina Şingalê terxankirin, ew piroje yê ku Nadye Murad, rizgarbûya destê DAIŞê û xudana xelatê Noblê destpêkirî.
Di beyanê da hatîye jî: Frensa dê piştevanîya kêm neteweyên rojhelata navîn ket û mafê penaberîyê di sala 2019ê da bi 100 keçên Êzdî yên ji dest DAIŞê rizgarbûyn bide.
Diyar jî kirîye, Parîs dê piştevanîya sindqên wek vî şêwey jibo avakirina nexweşxane, qutabxane û desteyên saxlemîyê ket jibo dubare vegerîyana Kurdên Êzdî jibo navçeyên wan.
K24
