Biryarekî dadgeha bilind a Iraqê ya ji bo Kerkûkê madeya 140 zindî dike!
Li gor belgeya fermî ya dadgeha bilind a Iraqê, ku ji dadgeha Kerkûkê re hatiye rêkirin de, daxwaz dike ku madeya 140 a destûra Iraqê wan peymanên ku ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve pêkhatine û milkên kiştûkaliyê yên kurdan û tirkmenan ji wan hatine standin û li ser erebên piştre ji deverê re hatine anîn û tapu li ser wan dabeş kirine, hemû ew Peyman hatine hilweşandin. Lê parêzgerê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî kar li gor wî biryarê nake û bi awayek ne yasayî dabeş kirina wan zeviyan li ser wan erebên ku deverê re hatine anîn dike û ev yek pirsgirêkê ava dike.
Endamê encûmena parêzgeha Kerkûkê Ehmed Eskerî ji BasNewsê re ragehand: ‘’ Parêzgarê Kerkûkê yê hatî sepandin Rakan Cibûrî hemû yasayên destûrê binpê kirine û bi ti awayekî danûstanê bi wê nivîsa dadgehê ve nake û hemû yasayên Iraqê binpê kirine.’’
Ehmed Eskerî got: ‘’Eger doz û lêpirsîn derbarê Rakan Cibûrî de bê vekirin dê cezayeke mezin jê re bê dayîn. Lê bajar bê xwediye û divê ew dosyaye ji aliyê serokkomar û parlamenterên Kerkûkê ve li şeqamên Iraqê bên bitevger xistin, lê ez nizanim çima bêdeng in û ti helwestek tineye.’’
Basnews
