• Monday, 16 February 2026
logo

Firokeyên Tirkiyê li gundekî Başûrê Kurdistanê dan

Gulan Media November 13, 2018 Nûçe
Firokeyên Tirkiyê li gundekî Başûrê Kurdistanê dan
Qaymeqamê devera Pişder ya Başûrê Kurdistanê ragihand, firokeyên şer yên Tirkiyê li gundên nahiya Sengeser ya Pişderê dan.

Qaymeqamê Pişder Bekir Bayîz ji BasNewsê re got, îro derdora saet 09:30, çend firokeyên şer yên Tirkiyê bi hêceta hebûna hêzên PKKê, li bintara Qendîl bi taybet li gundê Bêpalan yê Sengeserê dan.

Bekir Bayîz da zanîn, ji ber wê êrişê tiştek bi xelkê deverê nehat lê xelkê gund gelekî tirsiyan.

Top