Wê Hevpeymaniya Navdewletî çavdêriya sînorê Rojavayê Kurdistanê bike
Çavkanîyeke ji Rojavayê Kurdistanê îro di derbarê çavdêrî û dewriyeyên sînorê Tirkiyê û Rojavayê Kurdistanê zanyarî da BasNewsê. Ligor zanyariyên wê çavkaniyê di encama cîvîna HSDê Amerîka û Fransa de li Girêspî çend biryar hatine stendin û yek ji wan biryaran jî çavdêeriya sînorên Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê ye ji aliyê firokeyên hevpeymaniya navdewletî.
Çavkaniya agahdar herwisa behsa civîna sêqolî ya fermanderên fransî, amerkî û HSDê jî kir û wiha got: “Amerîkî û fransî ligel HSDê rêkeftine kul i cihê ew hêzên nêzîkî PKKê ne wê hêzên nû yên HSDê liser sînor bene bicîkirin.”
Herwisa wê çavkaniyê amaje bi wê çendê jî kir ku di van demên nêzîk de amerîkî û fransî derbarê encamên civîna Girêspî bi hêzên emnî yên Tirkiyê jî re civînên pêk tînin û rêkeftinekê vajo dikin.
Wê çavkaniyê bal kişand ser êrîşên Tirkiyê yên ser Rojavayê Kurdistanê jî û daxuyand ku hinek şêniyên Kobanî jiber êrîşan koçî Helebê kirine.
Herwisa ligor zanyariyên BasNewsê ji serçavîyeke liser sînorên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê jî stendiye 2 roje firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî yên di bin kontrola Amerîkayê de ne çavdêriya tevgera PKKê ya li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Tirkiyê dikin.
K24
