• Monday, 16 February 2026
logo

Firaksîyona PDKê ligel şandeke Amerîkayê civiya

Gulan Media November 12, 2018 Nûçe
Firaksîyona PDKê ligel şandeke Amerîkayê civiya
Hate zanîn ku Firaksiyona PDKê li Parlementoya Kurdistanê ligel şanda Semaretan Press a Amerîkayê civiya ye.

Serokê Firaksiyonê Parriya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlementoya Iraqê di tora medyaya xwe ya civakî di facebookê de belavkiriye ku wan îro ligel parlementerên kildan suryan û aşûrî, ermen pêşwazî li Serokê Rêxistina Semaretan Pressê Giraham Frankilin û şanda ligel wî kiriye.

Herwisa Hêmin Hewramî aşkere jî kiriye ku pêywendiyên baş ê vê rêxistinê li Serokê Amerîkayê Donald Trump heye û ew giringiyê didin Kurdistanê. Hewramî bal kişandiye ser wê çendê jî ku wan behsa çanda pêkvejiyanê ya li Kurdistanê ji wê rêxistinê ra daye zanîn û berpirsên rêxistinê jî ew çand bi bilindi nirxandine.



Basnews
Top