• Monday, 16 February 2026
logo

Seidî Pîre: YNK li benda şandeya PDKê ye!

Gulan Media November 11, 2018 Nûçe
Seidî Pîre: YNK li benda şandeya PDKê ye!
Berdevkê fermî yê YNKê ragehand, neyarên partiya wan û PDKê hewl didin tovê dubendiyê di navbera her du aliyan de biçînin.

Berdevkê fermî yê YNKê Seidî Ehmed Pîre di civîneke çapemeniyê ya li gel serokê encûmena rêveberiya Silêmaniyê – Helebçê yê PDKê Arif Teyfûr de ragehand: ‘’Neyarên YNKê û PDKê hewl didin tovê dubendiyê di navbera her du aliyan de biçînin.’’ Ji ber wê hêviyên xwe anî ziman ku peyvendiyên her du aliyan di her astekî de pêşbikevin.

Seidî Pîre aşkera kir, ku YNK li benda serdana şandeya PDKê ye û ‘’Di wan du rojane de guftûgo bo pêkanîna hikûmetê destpê dikin.’’

Derbarê paşketina guftûgoyan de jî got: ‘’Beşek sedemê wê peyvendiya xwe bi zelalbûna encamên helbijartinê ve hebû. Zû de nîne ku encûmena dadweriyê encamên helbijartinê pejirandiye. Naha YNK li bendê ye û PDKê jî em agahdar kirine ku desteyekê bo serdana aliyan amade kirine.’’

Derbarê rewşa Kerkûkê de jî got: ‘’Hemû naçar in ku pirsgirêkan çareser bikin û parêzgerek bê destnîşan kirin. Şovenîstên navçeya Kerkûkê sûd ji sarbûna peyvendiyên navbera her du partiyan werdigrin û divê PDK û YNK jî hest bikin ku çend asane ji vê rewşê sûd wergirtina wan.’’

Arif Teyfûr jî ragehand: ‘’Me ev yek ragehand ku em dixwazin çar salê pêş de bi piştrastî ve di navbera me û YNKê de kar bikin.’’ Herwaha diyar kir, dê peyvendiyên PDKê û YNKê bihêztir bibin.

Top