• Monday, 16 February 2026
logo

Akrê…Salane bêhtir ji hezar ton zeytûn tê berhemanîn!

Gulan Media November 11, 2018 Nûçe
Akrê…Salane bêhtir ji hezar ton zeytûn tê berhemanîn!
Li sînorê bajarê Akrê yê başûrê Kurdistanê hejmarek rez û baxên zeytûnan hene û îsal jî li deverê rêjeya berhemê zeytûnan ji par baştir e û cotyar gazinda li wê çendê dikin ku piştevaniya berhemên wan ê navxwe nayê kirin.

Rezvanekî devera Akrê yê bi navê Ekan Ebdulselam ji BasNewsê re ragehand: ‘’Salane li demsala payîzê em dest bi renîna zeytûnan dikin. Bi du rêyan ve zeytûn tên renîn û komkirin. Hin malbat zeytûnan kit bi kit bi destan jê dikin, hin malbat jî wek gûza dadiqutin. Piştre hemûyan kom dikin û piştî çinînê bi kêrê şeq dikin û kêra lê didin ku ava şor biçe nav û mehekê di ava xwê de dimînin ku talbûna wê biçe. Her heftiyê carekê ava wê tê guhertin û yên reş ji yên din tên cuda kirin. Min 500 darên zeytûnê hene. Cotkar bi giştî kêm zeytûnan diçinin, zû mezin nabin û bi zihmete ji ber av kêm e. Herwaha nirxê kîloyek zeytûnê 2 heta 4 hezar dînarane. Hersal zeytûn tên bi berhemanîn, lê hin salan kitên wê biçûk in.’’

Rêveberê çandinê yê Akrê Ehmed Cemîl ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li sînorê Akrê erdê wê baş e bo çandina berhemên darên zeytûnan. Naha rêjeya 50 hezar darên zeytûnan li sînorê Akrê hene û salane li Akrê 1250 tonên zeytûnan tên berhemanîn. Sektora cotkarî û çandiniyê bi giştî li Akrê giringî pê tê dayîn û sal bo salê berfirehtir dibe.’’

k24
Top