• Monday, 16 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî dezgeheke kontrola xurek û dermanan pêk tîne

Gulan Media November 11, 2018 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî dezgeheke kontrola xurek û dermanan pêk tîne
Endamê Lijneya Çaksazî ya Herêma Kurdistanê Firset Sofî ragihand ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dezgeheke kontrola xurek û dermanan pêk tîne û rasterast serpereştiya dezgehê dike.



Firset Sofî beşdarî bernameyeke Radyoya Rûdawê bû û di bernameyê de ragihand ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo pêkanîna dezgeheke kontrola xurek û dermanan rizamendî nîşan daye, ku weke Amerîka û welatên pêşketî yên cîhanê, ew dezgeh rasterast ji aliyê rayedarên herî payebilind ve tê birêvebirin.



Sofî da zanîn: “Ev fikr ji aliyê serokwezîr ve rizamendî li ser hatiye dayîn û niha di qonaxa dawî de ye. Bi vê yekê êdî kontrola derman û xurekan li deriyên sînorî û firokexane û li naxwe, ji aliyê wê dezgehê ve tê kontrolkirin.”



Pêkanîna dezgeheke kontrola xurek û dermanan di demekê de ye ku roja 16-10-2018an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser kirîn û firotina dermanan çend biryarên nû dabûn.



Li gor wan biryaran, divê hemû wan kesên ku destûra wan a kirîn û firotina dermanan heye, cardin destûr werbigrin û Wezareta Tendirustiyê jî yekane alî ye ku mafê wê yê tomarkirin û destûrdanê heye û kesên ku bi qaçaxî derman û kelûpelên pizîşkî bînin û bifiroşin, dê werin cezakirin.

Rudaw
Top