• Monday, 16 February 2026
logo

Li Amerîka ji ber şewatê herî kêm 25 kes mirin

Gulan Media November 11, 2018 Nûçe
Li Amerîka ji ber şewatê herî kêm 25 kes mirin
Li eyaleta Kalîforniya ya Amerîka herî kêm 25 kes ji ber şewata daristanê mirine û bi dehan kes jî wenda ne.

Ev çend roj in li eyaleta Kalîforniya ya Amerîka agir bi daristan û gelek deveran ketiye û heta niha jî şewat didome. Tê gotin ku şewat û agir ji ber bayê tund her ku diçe, gurr dibe.

Li gorî agahiyan, heta niha 25 kes ji ber şewatê mirine û herî kêm 35 kes jî wenda ne, 250 hezar kes jî neçar mane ji malên xwe derkevin û koçber bibin.

Top