• Monday, 16 February 2026
logo

Dostekî Kurdan dibe berpirsê siyaseta derve ya Kongirêsê

Gulan Media November 11, 2018 Nûçe
Dostekî Kurdan dibe berpirsê siyaseta derve ya Kongirêsê
Kongirêsmanê Partiya Demokrat a Amerîkî Eliot Engel, ku dostê gelê Kurd e û piştevanê serxwebûna Kurdistanê ye, postê serokê Komîta Pêwendiyên Derve di Encûmena Nûnerên Amerîka de wergirt.

Eliot Engel ne tenê di dema referanduma Serxwebûna Kurdistanê de piştevaniya Kurdan kiriye, lê ew bi roleke baş rabû di pejirandina wan biryarên Kongirêsê de, ji bo çekdarkirina hêzên Pêşmergên Kurdistanê ji aliyê Amerîka ve.

Engel di dema referanduma serxwebûna Kurdistanê de, ji Kurdistan24ê re gotibû: Ji mafê Kurdan e ku xwedî dewleteke serbixwe bin.

K24
Top