Erdogan bi Trump ra hat cem hev
Erdogan û jina wî Emîne Erdogan ku wekî mêvanê Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li Parîsê ne da ku beşdarî çalakiyên ku dê bi minasebeta 100emîn salvegera Peymana Agirbestê ku dawî li Şerê Cihanê yê Yekemîn anî, bên lidarxistin bibin. Serokomar Erdogan û jina wî Emîne Erdogan li vê derê derbasî Muzeya Orsayê bûn.
Erdogan ku beşdarî resepsiyona pêşangeha bi navê “Picasso Bleu et Rose” bû, dû ra derbasî şîva ku ji aliyê Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron va ji bo xatirê serokên dewlet, hikûmet û dezgehên navneteweyî û jinên wan hat dayîn, bû.
Erdogan û jina wî Emîne Erdogan gava derbasî Muzeya Orsayê bûn, silav dan çapemeniya Tirk û biyanî.
– Erdogan û Trump qederekê sohbet kir
Erdogan û jina wî Emîne Erdoganê di gera muzeyê da bi Serokomarê Moldovayê Îgor Dodon û jina wî Galina Dodon ra sohbet kirin.
Di şîva ku Serokomarê Fransayê Macron da da Serokomar Erdogan û Serokê Amerîkayê Trump li kêleka hev rûniştin.
Erdogan û Trump qederekê sohbet kir.
Waar.tv
