• Monday, 16 February 2026
logo

Li Colemêrgê teqîn: 25 leşker birîndar bûn û 7 leşker winda ne

Gulan Media November 10, 2018 Nûçe
Li Colemêrgê teqîn: 25 leşker birîndar bûn û 7 leşker winda ne
Li navçeya Şemzînan a ser bi Colemêrga Bakurê Kurdistanê li qereqolekê di dema avêtina topan de cebilxaneyeke xerabe teqiya, 25 leşker birîndar bûn û 7 leşker winda ne.



Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, li baregeheke li gundê Rûbarok ê ser bi navçeya Şemzînanê, cebilxaneyeke xerabe teqiyaye û di encama teqînê de 25 leşker birîndar bûne û 7 leşker jî winda ne û xebatên lêgerîna leşkeran berdewam in.



Hat ragihandin, leşkerên ku di encama teqînê de birîndar bûn, bi helîkopteran ber bi Gever û Colemêrgê hatin veguhestin.



Leşkerên birîndar piştî ku bi helîkopteran hatin veguhestin, bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên dewletê yên Colemêrg û Geverê.

Rudaw
Top