• Monday, 16 February 2026
logo

Dilawer Ajgeyî: Stratejiya nû ya Yekitiya Ewropa di berjewendiya Kurdistanê de ye

Gulan Media November 9, 2018 Nûçe
Dilawer Ajgeyî: Stratejiya nû ya Yekitiya Ewropa di berjewendiya Kurdistanê de ye
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekitiya Ewropa (YE) ragihand ku Ewropa dixwaze Herêma Kurdistanê bihêz be û got ku stratejiya nû ya YE di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekitiya Ewropa (YE) Dilawer Ajgeyî ji malpera fermî ya PDKê re axivî û got ku di heyama 15 rojan de wan çendîn giftugo ligel balyozên endamên YE kirine û diyar kir ku hefteya dahatû jî dê kombûnan pêk bînin.

Dilawer Ajgeyî ragihand ku wan daxwaz kir ku endamên YE roleke girîng di çareserkirina kêşeyên di nabera Herêma Kurdistan û hikûmeta Iraqê de bibînin ku fişar bixin ser Bexda ew helwesta berî niha li hember Herêma Kurdistanê dûbare neke û destûra Iraqê bicî bike.

Nûnerê Herêma Kurdistanê di dewama axaftina xwe de stratejiya Yekitiya Ewropa ya li ser rewşa Iraqê jî di berjewendiya Herêma Kurdistanê de pênase kir û got, “Di stratejiya nû ya 28 endamên YE de hemû xalên nakokî û destûrî û herwiha çareserkirina rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê tê de hene ku tê de tê gotin divê li gor destûrê hemû kêşeyên di navbera aliyan de bên çareserkirin. Di stratejiya nû de pêwîst e Iraq hemû xalên destûrê bicî bike ne tenê xalên ku ew dixwaze.”

Ajgeyî amaje bi wê jî kir ku çend meh in YE stratejiya xwe ya li ser rewşa Iraqê ragihandiye û got, welatên Ewropa ragihandin ku dema hikûmeta Iraqê pêk hat wê demê dê balyozên welatên YE li Bexda li gel kabîneya nû dê kom bibin û herwiha dê li gel Herêma Kurdistanê jî dê bicivin. Di van kombûn û civînan de welatên Ewropa dê kar bikin bo bicîkirina stratejiya nû bo çareserkirina kêşeyên di navbera aliyan de.

Basnews
Top