Hevpeymaniyê biryar da ku berdewamiyê bide xebata xwe; Dê serokekî nû jî hilbijêre
Civîna Giştî anku kongreya awarte ya Hevpeymaniya Bo Demokrasî û Dadperweriyê bi beşdariya 350 endaman li bajarê Hewlêrê birêve diçe.
Di destpêka kongreyê de, Mihemed Reûf yek ji damezrênerên Hevpeymaniya Bo Demokrasî û Dadperweriyê gotarek pêşkêş kir û ragihand, ew dê bi dengdana nihênî biryara man û berdewamiya partiyê û herwiha diyarkirina serokê nû yê partiyê yekalî bikin.
Mihemed Reûf diyar kir: “Arambûn û bêhnfirehiya hevdîdên me cihê şanaziyê ye, bo pêşerojê jî pêşiya çavê Hevpeymaniyê ronî û zelal e û em dizanin ku em çi dikin.”
Reûf herwiha got, di kongreya neasayî ya îro de ew du biryarên giring didin; yek ji wan biryara man û berdewamiya Hevpeymaniyê tevî hinek destkarî û guhertinan, herwiha tijîkirina valahiya serokatiyê ku ew jî dê bi dengdana nihênî be.
Lê belê piştî gotara Mihemed Reûf, ji bo berdewamî yan jî hilweşandina Hevpeymaniyê dengdana aşkere hat encamdan û piraniya endamên beşdar di civîna giştî de deng dane berdewamiya xebata vê partiyê.
Di civîna giştî de bi dengdanê Encûmena Siyasî, Encûmena Cîbicîkirinê û Encûmena Nûneran hatin danîn.
Biryar e di civîna îro de nav, logo û rêziknameya navxweyî ya vê partiyê jî bêne guhertin.
Hevpeymaniya Bo Demorkastî û Dadperweriyê weke partiyeke siyasî bi serokatiya Berhem Ehmed Salih di Kanûna 2017ê de hate damezrandin û beşdarî di hilbijartinên parlamentoya Iraqê de kir, ku di 12ê Gulana îsal de hatin lidarxistin. Di wan hilbijartinan de, Hevpeymaniyê 2 kursiyên parlamentoya Iraqê bidestxistibûn.
Roja 19-08-2018an de jî Berhem Salih piştî ku vegeriya nav YNKê, bi fermî dest ji posta serokatiya Hevpeymaniyê berda, ku paşê weke berbijêrê YNKê bo serokomariya Iraqê hat diyarkirin û roja 2ê Tîrmeha 2018an de weke serokomarê nû yê Iraqê hate hilbijartin.
Rudaw
