• Monday, 16 February 2026
logo

Ebdulmehdî: Lazime çareseriyeke dadmend hebe

Gulan Media November 8, 2018 Nûçe
Ebdulmehdî: Lazime çareseriyeke dadmend hebe
ev cara yekeme serokwezîrê Îraqê wisa biaxeve
Serokwezîrê nû yê Îraqê Adil Ebdulmehdî di presskonferansekê de behsa du kêşeyên girîng yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kiriye û gotiye; Lazime li ser wan kêşeyan bigehêjin çareseriyeke dadmend.

Ebdulmehdî behsa kêşeya madeya 140 ya destûra Îraqê û herwiha para Kurdistanê ji bûdceya giştî ya Îraqê kiriye û aniye ziman ku ev du kêşe di navbera her du aliyan de gelek girîngin û lazime di vê derheqê de em bigehêjin çareseriyeke dadmend.

Ebdulmehdî behsa vê yekê jî kiriye ku dixwaze bo çareser kirina wan her du kêşeyan komîteyek ava bike.

Top