• Monday, 16 February 2026
logo

Tirkiye: Biryara Amerîkayê gelek başe lê gelek direng maye

Gulan Media November 8, 2018 Nûçe
Tirkiye: Biryara Amerîkayê gelek başe lê gelek direng maye
tirkiye dibêje em li benda pêngavên piratîkîn e
Piştî ku Amerîkayê sê berpirsên PKKê xiste nava lîsteya xwe ya daxwazkiriyan û bo girtina wan nêzî 12 miliyon dolar xelat destnîşan kir, îro wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê Xilûsî Akar eşkere kir ku ev biryara han biryareke gelek girînge.

Xilûsî Akar herwiha eşkere kir ku biryar gelek baş û girînge lêbelê gelek direng maye û niha Tirkiye hêviya pêngavên piratîkî dike ji Amerîkayê.

Weke tê zanîn duhê Amerîkayê her yek ji Murad Qereyilan, Cemîl Bayik û Dûran Kalkan xiste nava lîsteya daxwazkiriyên xwe û bo girtina wan 12 miliyon dolar xelat destnîşan kir.
Top