Amerîka: YPG ne rêxistineke terorîstî ye
Nûnerê taybet yê Amerîka di karûbarên Sûriyê de, James Jeffery di civîneke rojnamevaniyê de, ku wek telekonferans bersiva rojnamevanan dida, di bersiva vê pirsê de ku gelo danîna xelat bo rayedarên PKKê û piştevanîkirina YPGê, nakokî çêdike yan na, got, helwesta me li ser PKKê zelal e. Li ba me PKK rêxistineke terorîstî ye lê YPG na. Me ti carî jî wisa nedîtiye û beriya şerê Sûriyê jî helwesta me wiha bû. Em fikarên Tirkiyê yên derheqê pêwendiyên PKK û YPGê dibînin. Ji ber wê jî em gelekî hestiyar reftar dikin. Em çi dikin ji Tirkiyê re dibêjin.
James Jeffery li ser rewşa Minbicê û pilanên hevbeş yên Amerîka û Tirkiyê jî got, li Minbicê jî em gelekî hestiyar reftar dikin ji bona ku ziyanek negihê Tirkiyê. Ji ber xatirê Tirkiyê me çekên giran ji şervanên HSDê stand. Yek ji sebebên ku vê dawiyê di şerê DAIŞê de bi ser nakevin jî, ev e.
Çend roj berê Amerîka ji bo kesên ku agahiyan li ser cihê sê mezinên PKKê, Murad Karayilan û Cemîl Bayik û Duran Kalkan, bide wan bi milyonan dolar wek xelat danîbû.
Piştî danîna xelatê, Tirkiyê daxwaz ji Amerîka kiribû, YPG jî mîna PKKê bixe lîsteya terorê.
Basnews
