Berpirsekî PDKê: Di navbera PDK û YNKê de şirîkatiya Fîftî-Fîftî nemaye
Endamê serkirdetiya PDKê Nûrî Heme Elî li ser çawaniya pêkanîna hikûmeta nû ya Kurdistanê ji BasNewsê re got, çend rojên din polîtburoya PDKê bi serokatiya Serok Barzanî dicive û di wê civînê de dê şandek bo hevdîtina ligel partiyên siyasî pêk were.
Nûrî Heme Elî her wiha got, PDK dê vê peyamê bide partiyên siyasî ku kê bixwaze beşdarî hikûmetê bibe dê bi qasî giraniya xwe û kursiyên xwe bibe şirîk, ji wê zêdetir û kêmtir nabe.
Li ser tifaq û rêkeftina navbera YNK û PDKê jî wî berpirsê PDKê got, rast e berê di navbera PDK û YNKê de hikûmet bi mekanîzma “Fîftî-Fîftî” dihat dabeşkirin lê êdî ew mekanîzm nemaye ji ber ku PDK êdî qebûl nake pişka xwe bike qurban.
Nûrî Heme Elî da xuyakirin, eger PDK ji bona parastina berjewendiyên gelê Kurdistanê hinekî xatirê YNKê bigire, normal e ji ber ku armanca me parastina berjewendiyên gelê Kurdistanê ye. Lê divê YNK bizane êdî mîna berê nabe.
Basnews
