• Monday, 16 February 2026
logo

Amerîka dixwaze navê rêveberê payebilind ê Heşdî Şeibî bixe nav kesên divê bên girtin!

Gulan Media November 7, 2018 Nûçe
Amerîka dixwaze navê rêveberê payebilind ê Heşdî Şeibî bixe nav kesên divê bên girtin!
Li gor kenala Sky News a Amerîkî, ku zanyarî ji jêderekî nêzîkî balyozxaneya Amerîka li Bexdayê wergirtiye, Hikûmeta Amerîka bi niyete biryara desteserkirinê li dijî cîgirê serokê desteya Heşda Şeibî, Ebû Mehdî Muhendis re derxîne.

Sky News a Ameîrkî diyar kir, ku li gorî wan zanyariyên hatine bidest xistin, wê Amerîka navê Ebû Mehdî Muhendis derbasî lîsta daxwazkiriyên navdewletî bike.

Muhendis bi wê yekê tometbare, ku samanên giştî yên Iraqê ji bo berjewendiya xwe ya taybet bikar aniye û 100 hezar kes di nav milîsên Heşda Şeibî de damezirandiye ango bicîh kiriye, bêyî ku ew kesana karek di destê wan de hebe yan bi kiryar û pratîkî li ser kar bin.

Herwiha bêtirî 3 milyar Dolar bi navê xwe ji Îranê re şandiye.

Her li gorî heman jêderî, hejmarek ji perlemanterên Iraqî agahdarê dosyeya gendeliyê ya Ebû Mehdî Muhendis in.

Basnews
Top