• Monday, 16 February 2026
logo

Wezareta Navxwe ya Iraqê bi Zimanê Kurdî dinivîse

Gulan Media November 7, 2018 Nûçe
Wezareta Navxwe ya Iraqê bi Zimanê Kurdî dinivîse
Wezareta Navxwe ya Iraqê logoya xwe guherand û navê xwe bi zimanê Kurdî li kêleka Erebî û Ingilîzî nivîsand.

Di logoya nû ya Wezareta Navxwe ya Iraqê de, wêneyê serê baz hatiye danîn, ku sîmbola Komara Iraqê ye û di binî de, du şûr û du şaxên kesk tên dîtin û ji aliyê çepê ve bi Kurdî navê Wezareta Navxwe hatiye nivîsandin.

Ev yek di demekê de ye, ku berî niha nivîsa bi Kurdî li ser wê logoyê nebû, lê piştî Adil Ebdilmehdî postê Serokwezîriya Iraqê wergirt, ew nivîs li ser logoyê hat danîn.

K24
Top