• Monday, 16 February 2026
logo

Li Efrînê fermandeyekî opozîsyona Sûriyê ji aliyê YPGê ve hat îdamkirin

Gulan Media November 7, 2018 Nûçe
Li Efrînê fermandeyekî opozîsyona Sûriyê ji aliyê YPGê ve hat îdamkirin
Fermandeyekî çekdarên opozîsyona Sûriyê ji aliyê çekdarên nêzîkî YPGê ve li Efrînê hat kuştin.

Hêza çekdarî ya bi navê “Xezeba Zeytûnê”, ku nêzîkî YPGê ye, ragihandiye, çekdarên wan duhî li nahiya Raco ya Efrînê fermandeyekî firqeya Hemza ya opozîsyona Sûriyê bi navê Elî El Ehmed girtin.

Di daxuyaniya Xezeba Zeytûnê de hatiye gotin, wî çekdarî di lêpirsînê de daye zanîn ku ew xelkê bajarê Hemayê bûye lê piştî ku Efrîn ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagîrkirin, ji bo bicîhanîna fermanên Tirkiyê derbasî Efrînê bûye.

Li gorî agaihyên Xezeba Zeytûnê, piştî ku wî çekdarî li sûcên xwe li dijî kurdan mukir hat, hat îdamkirin.

Basnews
Top