Çavdêrekî siyasî: Amerîka bi anîna navê Kurdistanê hişyarî daye YNKê!
Çavdêrekî siyasî bi navê Teniya Kurdî, li ser rûpela xwe ya facebookê behsa dorpêçên Amerîka li ser Îranê kiriye û gotiye, Amerîka dixwaze Îranê ji Herêma Kurdistanê derxîne û bandora Tehranê jî li ser partiyên Kurdistanî nehêle.
Teniya Kurdî daye zanîn, ji ber wê jî Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo duh ragihand, yek ji armancên Amerîka ji cezakirina Îranê ew e ku Îran ji Kurdistan û Iraqê derkeve.
Wî çavdêrê siyasî ragihandiye ku haya Amerîka jê heye Îran li Silêmaiyê çi dike ji ber wê jî Pompeo navê Kurdistanê anî ziman û qesta wî jî ew bû ku hebûna pêwendiyê di navbera Îran û YNKê de li dijî siyaseta Amerîka ye.
Bi gotina wî çavdêrî, Amerîka bi awayekî demkî Iraq ji cezayên ser Îranê muaf kiriye lê Amerîka çavên xwe li çalakiyên Îranê li Iraqê û pêwendiya wî welatî bi Heşda Şeibî re nagire. Amerîka dixwaze di nav 6 mehan de Iraqê bi temamî ji Îranê dûr bixe.
Beriya niha mamostayekî zankoya Silêmaniyê bi nave Dr. Keywan Azad ji BasNewsê re gotibû, Îran dixwaze bi rêka Silêmaniyê dorpêçên Amerîka bişkêne, ev jî dê qedera bajêr bixe metirsiyê.
Basnews
