• Monday, 16 February 2026
logo

Amerîka: Me gerên hevbeş bi YPGê re nekiriye

Gulan Media November 6, 2018 Nûçe
Amerîka: Me gerên hevbeş bi YPGê re nekiriye
Peyvdarê bi navê Wezareta Bergiriya Amerîka Robert Manning ragihand, ku wan tenê li gel HSD dest bi gerên çavdêriyê li ser sînorên Rojava û Bakurê Kurdistanê kiriye.

Robert Manning ragihand, ku ji roja Înê ve, wan li gel HSDê li ser sînorên Rojava û Bakurê Kurdistanê, dest bi gerên çavdêriyê kiriye û diyar kir, ku demeke destnîşankirî ji wan geran re, nehatiye danînin.

Manning got jî: Em bizavan dikin ku bi riya wan geran, aramiya navçeyê ji nakokiyên di navbera Tirkiyê û HSDê de biparêzên.

Herwiha navhatî red kir, ku wan bi YPGÊ re gerên hevbeş yên çavdêriyê li Minbicê encam dabin û tekez kir, ku gerên hevbeş ên hatine kirin, tenê li gel HSDê bûn.

K24
Top