Li Îranê dijî Amerîkayê xwepêşandan hate kirin
Do li Îranê bi minasebeta 39mîn salvegera dagîrkirina balyozxaneya Amerîkayê ya li Tehranê xwepêşandanek hat lidar xistin.
Di vê xwepêşandana han de rayedarên leşkerî yên Îranê amade bûn û di gotarên xwe de behsa vê yekê kirin ku niha Îran di warê leşkerî de ji her demeke din bihêztire.
Herwiha di xwepêşandana îroyê de alayên Amerîka û Îsraîlê jî hatin şewtandin û diroşmin mirin bo Amerîka û Îsraîlê hatin gotin.
