• Monday, 16 February 2026
logo

Dewriyeyên hevbeş gera xwe Ii navçeya Dirbêsiyê didomînin

Gulan Media November 5, 2018 Nûçe
Dewriyeyên hevbeş gera xwe Ii navçeya Dirbêsiyê didomînin
dewriyeyên hevbeş ên koalîsyon û QSD`ê li navçeya Dirbêsiyê û Serêkaniyê yên kantona Hesekê dest pê kirin.

Duh Li gor nûçeyeke anhayê îro di saetên sibê de dewriyeyên hevbeş ên Koalîsyona Navneteweyî û QSD`ê li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de li navçeya Dirbêsiyê û Serêkaniyê dest pê kir.

Dewriyeyên hevbeş ji erebeyên QSD`ê û erebeyên leşkerî yên koalîsyonê pêk tên. Dewriyeyên hevbeş ji gundên Xenamiyê û Kerbetilî dest pê kir û çend kêliyan li gundê Kerbetilî sekinîn da ku rewşa sînor bişopînin û her wiha rewşa şêniyan jî bibinîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewriyeyên hevbeş piştî êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê Bakurê Sûriyeyê li Girê Spî û Kobanê jî dest pê kiribû û dewriyeyên hevbeş dê ber bi navçeya Serêkaniyê ve biçin.

Top