Bexda ji bo Heşda Şeibî êrîşî Amerîka dike
Berî niha balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê beyanameyek derxist û di wê beyanameyê de daxwaza bêçekkirina Heşdî Şeibî kir û herwaha daxwaza bi dawî anîna destwerdanên Îranê yên li Iraqê kir.
Berdevkê Wezareta Derve yê Iraqê Ehmed Mehcûb di daxuyaniyê de ragehand, Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê destdirêjiyê li ser çanda dîplomatîk û rêzgirtina hevbeş dike.
Ehmed Mehcûb ragehand, Iraq dijî destêwerdana Amerîkayê di karûbarên navxwe yên Iraqê de ye û bi taybet jî destêwerdana di karûbarên milîsên Heşdî Şeibî de.
Waar.tv
