Trump: Cezayên me dê derbeke mezin li Îranê bixin
Wezîrê Gencîneyê yê Amerîkayê Steven Mnuchin ragihand: “300 kesên nû bi giştî 700 kes wê ji lîsta dorpêçên Amerîka li ser îranê zêde bibin.”
Steven Mnuchin eşkere kir: “Ewê bi temamî Îranî ji sîstema Sûîd qut bikin ji bo ku ti patreyeke neçe nava Îranê de, eger Ewropa jî kanalên taybet ji bo bazirganiya bi Îranê re veke, ewê rûbirûyê wan hewlên Ewropayê jî bibin.”
Herwiha ji aliyê Amerîkayê ve hat ragihandin ku ewê berpirsên Sûîd ceza bikin eger rê bidin ku Îran sûdê ji wê sîstema darayî ya navdewletî bibîne.
Herwiha Wezîrê Derve yê Amerîka ragihand: “Lêxweşbûn ji bo 8 welatan heye ku nefta Îranê bikirin, lê heyama lêxweşbûnê 180 roj in, tu welatekî Yekîtiya Ewropa jî di nav wan welatan de nîne.”
Piştî ragihandina wê biryarê, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku cezayên wan di rê de ne, gelekî ciddî ne û wê derbeke mezin li Îranê bixin.
Rudaw
