• Monday, 16 February 2026
logo

Kurdên li Londonê ji bo piştgiriya Kobanî daketin kolanan

Gulan Media November 3, 2018 Nûçe
Kurdên li Londonê ji bo piştgiriya Kobanî daketin kolanan
Li paytexta Brîtanyayê bajarê Londonê, bi dehan Kurd û alîgirên gelê Kurd, xwepêşandanek li dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser gundên herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xistin.



Xwepêşnderan daxwaz ji Brîtanyayê kirin, ku piştgiriya xwe ji bo Tirkiyê rawestîne, ji ber ku di nerîna wan de, Tirkiyê gef û metirsiyê li ser herêmên aram li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê çêdike.



Bi dehan Kurd û alîgirên gelê Kurd li Londona paytexta Brîtanyayê xwepêşandanek dijî êrîşên Tirkiye bo ser gundên Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê kirin. Xwepêşnderan daxwaz ji Brîtanyayê kirin, ku piştgîriya xwe bo Tirkiye rawestîne, her wiha bi rêya siloganekê dibêjin Tirkiye piştgîriya DAIŞê dike û li ser pankartekê hatiye nîvisandin ku 40 milyon Kurd dadperwerî û statuyekê li Rojavayê Kurdistanê dixwazin.



Şervanekî Brîtanî yê xwebexş Jamie Janson ku berê ligel YPGê bû dibêje ew dîdevan bû dema Tirkiyê sivîl li Efrînê dikirin armanc û niha li Kobanî jî wiha dike.



Jamie Janson got: “Diyar dibe Tirkiyê dest bi êrîşeke nû kiriye, herwiha wê herdem li ser sînor Rojavayê Kurdistanê topbaran dikir, ev yek dijminkarî ye, ew tenê sivîlan dike armanc, ez li Efrînê dîdevan bûm, min bi çavê xwe dît çawa Tirkiye sivîl dikirin armanc û bajarê Efrîn topbaran dikir.”



Janson şervanê xwebexş di nav rêzên YPGê de daxwazê ji welatê xwe Brîtanya dike, ku êdî nema çekan bifroşe Tirkiyê û herwiha Brîtanyayê wek şerîkê Tirkiye di êrîşa ser Kobanî de bi nav kir.



Jamie Janson dibêje: “Divê Brîtanya êdî nema çekan bifiroşe Tirkiyê, ev tiştekî nebaş e, herwiha ew êrîşa Tirkiye protesto jî nake, bi rastî Brîtanya beşek ji dijminkariyê ye, dema tu demançeyekê bidî destê yekî û diziya bankê bike, tu bi xwe şirîkê wî yî di wê tawanê de.”



Janson balê dikişîne ser dîroka welatên rojavayî wek Brîtanya, Fransa û Amerîkayê ku herdem Kurd li Rojhilata Navîn wek piyonên şetrencê bi kar anîne, û niha jî li gor gotina navborî ji bo petrol û berjewendiyên xwe dê Amerîka Kurdan bikar bîne û piştre dest ji wan berde.



Jamie Janson dibêje: “Dîrokeke dirêj a hêzên emperyalîst wek Brîtanya û Fransayê û niha Amerîkayê dijî gelê Kurd heye, Kurd wek piyonên şetrencê li Rojhilata Navîn bikar tînin, piştre li gor berjewendiyên xwe dest ji wan berdidin, her tiştî ji bo petrolê dikin, niha jî Kurdan bikar tînin û piştre dê dest ji wan berdin.”



31ê Cotmehê Tirkiyê gundên rojava û rojhilatê Kobanî topbaran kirin, di encamê de şervan û sivîlek hatin kuştin û hinek ji wan birîndar bûn, herwiha HSDê wek karvedanekê operasyonên xwe yên dijî DAIŞê li çeperê Hecîna Dêre Zorê rawestandin.

Rudaw
Top