• Saturday, 16 May 2026
logo

Demîrtaş avakirina Pilatforma Zimanî Kurdî li partiyên Bakûrî pîroz kir

Gulan Media November 3, 2018 Nûçe
Demîrtaş avakirina Pilatforma Zimanî Kurdî li partiyên Bakûrî pîroz kir
Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş pîrozbahî li Pilatforma Zimanê Kurdî kir ku ji aliyê 9 partiyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê ji bo parastina zimanê Kurdî hatiye avakirin.

Selahedîn Demîrtaş li Girtîgeha Edîrneyê bi destxetê xwe peyameke pîrozbahiyê belav kiriye û di peyama xwe de gotiye: “Bi biryara partiyên Kurdan di heqê zimanê me yê mader de girtî, ku bi hev re bixebitin, ez pir kêfxweş bûm.”

Demîrtaş bal kişandiye ser giringiya bikaranîna zimanê Kurdî û gotiye: “Ji bo zimanê Kurdî di warê perwerdeyê, aboriyê, jiyana civakî, siyasî de bê bikaranîn û bêasteng û azadane bikeve di hemû warên jiyanê de, her çi xebatek ya hûn di vê mijarê de bikin, ez dê bi dil û can piştgiriyê jê re bikim.”

Selahedîn Demîrtaş hêvî û arizûya xwe wiha aniye zimanr: “Ez hêvîdar im ku ev helwesta yekgirtî ya di vê mijarê de bibe pêngavek bo xebata di gelek warên din de jî. Ez jî di zindanê de bi kelecaneke mezin xebata li ser zimanê Kurdî berdewam dikim. Ji dil û can we teva silav dikim, hûn her hebin.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokrat a Kurdistana-Tirkiyê (PDK-T), Partiya Demokrat a Kurdistan-Bakur (PDK-B), Partiya Azadî û Sosyalîst (OSP), Hereketa Azadî, Partiya Mirov û Azadiyê, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) yên Bakurê Kurdistanê roja 29-10-2018an li Amedê hatin ba hev û Platforma Zimanê Kurdî ava kirin.

Basnews
Top