• Monday, 16 February 2026
logo

Pisporên Amerîkî: Siyaseta Washingtonê beramberî Kerkûkê şaş bû

Gulan Media November 2, 2018 Nûçe
Pisporên Amerîkî: Siyaseta Washingtonê beramberî Kerkûkê şaş bû
Pisporên Amerîkî derbarê rewşa Kerkûkê rexneyan li helwesta îdara Amerîkî dikin û didin xuyakirin, ku bêdengiya welatê wan beramberî dagîrkirina Kerkûkê û navçeyên din ên Kurdistanî ji aliyê Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ve, şaştiyeke mezin bû.

Li ser vê yekê, şarezayê di warê siyaseta derve ya Amerîka de Ken Pollek, daxwaza lêbûrînê ji xelkê Herêma Kurdistanê kir û helwesta Amerîka bi şaştiyeke mezin binav kir.

Herwiha Ken Pollek got: Mixabin Kerkûk ji Cotmeha 2017an ve, ketiye rewşeke xirab de, di encamê de jî, valahiyek ji bo vegera DAIŞê çêbûye, di baweriya min de, divê Pêşmerge û Artêşa Iraq pêkve û bi hevrêzî li gel Artêşa Amerîka, serperiştiya parastina Kerkûkê bikin.

Navhatî got jî: Di baweriya min de, şêwazê serederiya Amerîka di dema bûyerên Kerkûkê de, şaştiyeke mezin bû. Ez wek Amerîkiyekî, hêvîdar im xelkên Kurdistanê bizava dubare bihêzkirina pêwendiyên me bikin, bizavan bikin ku careke din baweriyê bi me bînin, tevî ku heger ez Kurd bim, ez zanibim ku ev kar ne tiştekî hêsan e.

Li gorî zanyariyên gellek şarezayan, niha Amerîka bizavan dike, ku fişarê li Bexdayê bike da kêşeyên navçeyên Kurdistanî yên dagîrkirî, bi hevrêziyê li gel Hewlêrê çare bike û hêzên Pêşmerge li wan navçeyan bên belavkirin.
Top