• Monday, 16 February 2026
logo

Li Rojhilatê Kurdistanê 7 kolber hatin kuştin

Gulan Media November 2, 2018 Nûçe
Li Rojhilatê Kurdistanê 7 kolber hatin kuştin
Di meha derbasbûyî de, bîst û pênc kolberên Kurd bi gulleyên hêzên Îranî, li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê hatin kuştin û birîndarkirin.

Li gorî malpera Hengaw ji bo Mafên Mirovan, di dema yek mehê de, heft kolberên Kurd bi guleyên hêzên çekdarên Îranê hatin kuştin û hejde kolber jî birîndar bûne.

Ji wê hejmarê jî, şeş kolberên hatine kuştin û ji birîndaran jî 16 kes, ji Parêzgeha Urmiyê ne.

Tevî bilindbûna dengên nerazîbûnê, lê heya niha ti bizavek ji bo çarekirina pirsgirêka kolberên Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê Hikûmeta Îranê ve nehatiye kirin.

K24
Top